Makaleler

Newroz û Demîrcî Kawa

Di nava gele Kurdan da Newroz nişana serhildanêye.Agirê dişevite xudana ecel ji dijmin dirijîne,rêya gelan ronî dike, berxwedanê û hevîyê tevdatîne.Newroz bi berxwedanê ra tê zanîbun û dîrok li van erdanda bi berxwedanê nûva hatîye nivîsandin.Werên emê li dîroka efsanaya berxwedana ku Demîrcî Kawa li hemberê Dehak’ê daye mizekinê.

 

Efsanaya Dehaq û Demîrcî Kawa

Efsane bi 2 şeklan li ser ziman gîhêştêye îro.

Ji vanan ya yekemin ; Pir pêşta yezdanekî hebu navê vî Zervan bu.Du lavê Zervan çêbu.Navê yekî Hürmüz bu ku ev tê mana berekt û şewl danîyê, navê  êdin  jî Ehrîban bu ku ev jî tê mana xirabî û birçîtîyê.Ji van lavanda Hürmüz,Zerdüşt bi mîhrîvanî xelatdike û dişine ruyê Dunê ku vî temsîlke.Zerdüşt ji bo vî xelatê keç û lavê xwe  ji Hürmüz ra xelatdike.Ehrîvan ji ber vî tişte dexîsîn kir û di nav  rindî û xirabîyê da şer darxist haya sedsalan.Davyêda kîn û nefreta xwe herıkand mejîyê Qîral Dehaq’ê û kir bela şand serê gele Asur û Med.Dema ku Dehaq hîna qîral bu nexweşîkê lê peyda bu,ûr dikeve sere vî.Doxtor dibejin gere tu mejîyê xortan û zariya li birîna xwe de.Piştî gotuna doxtoran li vî welatî kuştina zar û xortan destpêkir.Zar û xortên welat hemu ji malbata van diqetînin û ji Dehaq ra dikin qurban.Li virda Kawa kare hesinan dikir.17 xortê Demîrcî Kawa bi vî şekle hatin kuştin.Roj derbasbun dor hat lavê Kawa ê tevî piçuk û Kawa bi deste xwe lavik dibe saraya Dehaq.Kawa lavik nade Dehaq û bi keçûç ev kuşt.Bi vî çalakîya xwe Kawa bu rêberê Kurda.Piştî êrîşek pir mezın,saray hate şevitandin û gele Kurd geşt azadîya xwe.

Efsanaya duyemîn ; Dehaq zalimekî bu û li ser herdu mile vî mar hebun.Her roj ev marana bi mujîyê du xortan xwidîdikir.Bi vi halî Dehaq nedihîşt mar zerarê bide vî.Dehaq nedihîşt bila bihar were.Ji ber zilma Dehaq du kes navên wan Armayel û Garmayel,dixastin berxwebidin loma em bi şekilkî ketin aşxana sarayê û dest xebat kirin.Herdu kesan ji van xortên tên kuştin,yek nedikuştin û dişandin çîyê.Mujîyê xortek û mujîyê bezinekî navhevdixistin didan van maran.Bi vî şeklî royê xortekî xilasdikirin.Tê bawerî xortên ku bi saya Armayel û Garmayel ra revîyan pêşîyên gele Kurda’nin.Û  Demîrcî Kawa ev xortana perwerdehîkir û artêşekî li hemberê Dehaq darxist.Artêşa Demîrcî Kawa şer kir li hemberê sarayê û serkeftin destxistin.Piştî vî serkeftinê zilma Dehaq’ê xilasdibe û gel digeje biharê.Demîrcî Kawa jî ji ber vî serkeftina xwe dibe Spartaküs’ê Kurda.

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu