GüncelManşet

Rojava Komutanlığı’nın Kadın ve Savunma Çalıştayı mesajı: “Li Hember Zilam Û Dewletê Grıngıya Xwe Parastina Jınê”

H. Merkezi: 16 örgütten 160 kadın savaşçının katılımıyla Kobanê’de, 2-3 Nisan tarihlerinde örgütlenen Kadın ve Özsavunma Çalıştayı’na katılan TKP/ML TİKKO Rojava Komutanlığı burada yaptığı Kürtçe konuşma ile çalıştayı selamlamıştı. Elimize e-posta yoluyla ulaşan metni paylaşıyoruz:

 

Li Hember Zilam Û Dewletê  Grıngıya Xwe Parastina Jınê

Ew mijokati, kedxwarî, cûdaxwazi û zext û zordariya ku em weke jinê, pê re rû bi rû mane, encama rûdana milkiyeta şexsi ye. Li ser diyardeya milkiyetê çîn çêbûne, teşe girtine. Bi çînan re jî dewlet pêkhatine.

Diyardeya dewletê ne wek gotina Platon a ‘’ Ji pêwistî û mecburiyeta jiyankirina bi hev re zaye. ’’, ne ji wek gotina û mantiga Aristoteles a ‘’ dewlet, gewimîn û pêkhateyeke xwezayî ’’ye.

Dewlet ne wek pênase û idîaya Hobbes a ‘’ Ji bo dawilêanîna şerê her kesî derketiye holê ‘’ye û ne ji weke gotina spînoza ya “Berhemeke peymana cıvakî “ye. Dewlet, yeke yek weke gotina hevrê Lenîn a “amûrekî zext û zordestiya çînekî ya li ser çîneke dîtir e. “

Dewlet, diyardeyeke bipergal a ji bo ku çîna serdest û zordest takemaf û milkê xwe bıparêze, hebûna kedxwariya xwe mafdar nîşan bide, bes bi rêvebirinê ve mijûl bibe, ji cihêreng û dengan re zorê bide şixulandin û biat pê bide kirin e. Diyardeya dewletê ji civaka koledariyê û heta roja me ya îro berdewam kiriye. Dewlet, bêguman, ji birdoziyê ne gut û cuda ye. Civakê li gor birdoziya xwe bi rêkûpêk kirin û teşekirin e, parastina berjewendî takemafên çîna serdest û mijoker e.

Ev çîna zordest ku em weke birdoziya zilamê serdest binav dikin teşeya ku îo girtiye, burjuvazîye , baviksalarî ye . Baviksalarî, koledarî û feodalite dı pergala îro de hêj jî hebûna xwe didomîne. Her çigas di pergalê civakî yên cûda de dîmen û rengên cûda bigire jî îro dîsa baviksalar e .

Ne wekheviya civakî ya ku pederşahitiyê derxistiye holê, îro bi awayeke sotîner li ser jiyana hemû jinan bandar dike. Jin, di nav rol û rista civakî ya ku jê re hatiye diyarkirin de, hatiye hepskirin, li hember zilam ketiye rewşa asta duyemîn. Bı rol û rista zayenda civakî, di nevbera qada taybet û gişti / cemawerî de dubendî-perçebûyîn hatiye çêkirin, bi dabeşkirinên weke wada giştî / cemaweri aîdê zilam, qada taybet aîdê jinê re jî, asta duyemîn a jinê hatiye zêdekirin û rewakirin, pê re jÎ azadî û pêşketina jinê hatiye sînordarkirin, qada jiyana jinê hatiye tengkirin.

Bi awayeke azad biryardayîna jinan, di nav sînorên ku sazûmaniya pederşahiyê diyarkirî de tê pênasekirin. Amûren devletê yen peydekerê birdoziyê, bi sazî û dezgehên xwe yên weke malbat, polîs û artêşê ve, jinê di nav civakê de xistiye bin serweriya xwe. Nûnerê pederşahiyê yê di nav civakê de, malbat bi xwe ye. Di nav sazî û pergala malbatê de zilam zordest, jin jî bindest e. Takemafên ku weke heg ji zilam re hatine dayîn, dewletê ji aliyê xwe ve bi zagan, dad û kevneşpiyoyan xistiye bin garanti û ewlehi yê.  Lewre, zilamtî-mêritî , nûneriya dewletê ya di nav civakê de dike. Çawa ku patronek, li ser karkerekî  zext û zorê çêdike û domdariya deskeftî û berjewendiyên xwe bidest dixe, bi heman awayî zilam ji, ji bo desthilatiya xwe li ser jinê bihêz û têkûz bike, zext û tûndiyê, pêkûtiyê bikartine.

Ji bo femkirin û têgihîştina pergala kapital-parêz û emperyalparêziyê , divê em li nêrina pergalê ya derhegê jinê de binêrin. Jibo T.C. û nûnerê wê AKP bêfemkirin,  divê li politikayên wê yên derbarê jinê û nêrînên wê yên ku zatenda jinê bê ka çawa dibîne bê nihêrtin. Ew zilamê ku bedena jinê dike mete û bi fermanên welidandina zarokan jî  dixwaze bedena jinê di bin qontrolê de bihêle, dewlet bi xwe ye. Yê ku bi riyên her cûre tûndî û şîdetê qadên  xebatê ji jinê re teng dike û karê jinê tenê şixulê nav-malê û lêmezekirina zarokan dibîne, di şexsê AKPê de hêzên desthilat bi xwe ne li Tirkiyeyê  li cihê razanê (yurdên) dewletê, zarokên ku tên tecawizkirin, li dibistanên şevînî yên ku bi destdirêjiya  zilam re rû bi rû diminin hene ji bo kuştinên jinan û tûndiya l hember jinê bêzedekirin, rastiyeke ku her roj bi destê hemû saziyên AKPê tê meşandin li holê û li ber çava ye. Desthilatiyeke ku jinan bi zorê bi tecawizkarê xwe re bidin û vê yekê jî bi sererastkirînên zagonî bikin fermi heye. Di pêvajoya dawî de bi operasyonên qirkirina siyasî, siyasetmedarên me yên jin ên dîlgirtî hene, dîsa li zîndanan lı dijî jinên  girtî her roj hewldanên îşkenceya cînsî, lêgerîna tazî hene.

Bi KHK’yan (Biryarnameyên di asta qanûnî de) ku AKPê piştî îlankirina rewşa awarte (OHAL) derxistibû,gelek saziyên welatparêz, şoreşger, demokrat hatin girtin, ji vê yekê saziyên jinan ji zêde zêde para xwe girtin. Qayûmên ku ji bo şaredariyên Kurdisyanê re hatibûn diyarkirin û peywirdarkirin, saziyên  şaredariyan ên ku rexistinkirina jinê dikirin, dan girtin û gelek karkerên jin jî ji kar avêtin. Îlanên rewşa awarte yên AKPê ji bo bindestan bû tûndî, zexti; vegeriya bû girtin û qetliam. Ji vê jî herî zêe jin a  bindestê bindesta ango jin bi xwe bandor dibe.

AKP, li Tirkiye û li Kurdistana Tirkiyeyê her ku diçe pekaninên xwe yên faşist zêde dike, li aliyê din, DAİŞ hewl dike ku bi toritiya xwe Rojhilata Navîn bifetisîne. Hêzên faşist dagirker  û peşverû dema ku dikevin nav erdingariya welatekî, tişta ku destpekê dikin, tecawizkırin û katilkirina jinên ku ji aliyê wan ve wek xenimetê şêr  tê dîtin e. Neyar û kujerê jînê DAİŞ, dema ku ket Şengalê, tışta herî ewil bi jinen Êzîdî re kîr  jî ev bû. DAİŞ a ku derbarê al û bergên jinan de fetwa dida, derketina jiné ya ji malé qedexe dikir, her cure zılm û tundiyê pêkdanî. Ji dewletên emperyalist û dewleta T.C.ê bi her awayî alikarî girt û li ser elan bû weke kabûseke felekreş.

Li ser axa me ewqas zilm hebe, pergala zilamê serdeşt her ku biçe zêdetir bibe, ji me re ji holêrakirina wan û xwe parastinê tu rê û çare namine. Her tişt bi dijberê xwe ve heye. Ger li cihekî zilm hebe , li wî cihî hêza ku bi wê zilmê re têbikoşe ji heye.Erîşek hebe,parastin ji heye, komên jinan ên ku reh û koka serdestiya zilam ziwa bike ji heye. Tekoşîna ku lı hember pederşahitiyê tê dayin, qadên jiyana jinê û têkoşîna dîdê jinî bi xwe, yeke yek li hember politikayên desthilatiya zilam, bi xwe re hişmendiya jinê derdixe holê û dihêle ku jin hêza  xwe ya hevî kışt bike û bi vî hêzê li dıjî pergala zilamê serdest ber xwe bide. Bi destê jinê avakirina van qadan, dîsa bi avakirinê re jî naskirina pederşahitiye û êrîşên wî, ya herî girîng jî di heman wextê de bi xwe keşfkirina jinê re, ji nêz ve têkildar e.

Dema ku kapitalizm û pederşahitî, jiyana jinê ewqas serobina bike, jin jî baş dizane ku yekane çare ne edeleta ku dewleta zilam dide ye. Di vê kêliyê de hêza jinê û rêxistinbûnên cewherî yên jinê bi xwe dikevin dewrê.

Xwe-parastin, ji bo jinan, pêngaveke vegetandina ji zilam û ji dewletê ye.

Pêngaveke ku jin piştevaniya hem-zayenda xwe dike û xwe pê dispêre hêza xwe ya cewherîye. Ji êrîşeki zilam bigire heta êrîşên dewletê, hemû jî xizmeta pederşahîtiyê dikin. Em wiha bifikirin ku her zilam hinek dewlet, her dewlet sedî sed zilam e, wê demê em dikarin vê encamê jê-der bixin ku em ê pederşahîtiyê bi hêza xwe ya cewheri têk bibin.

Weparastin, ji yek jinê heta komek biçûk, ji kolanekî heta bajarekî dikare were firehkirin. Xweparastin ne tenê hêza leşkerî ye, ne tenê xwepêşandanek, ne tenê hertekek e. Ji van hemûyan pêk tê. Hemû tiştên ku em di qada demokratik û qada leşkerî de dikin e. Li hemberî qetlîamên jinê di qadên demokratik de hewldan û têkoşîna ku ji aliyê jinê ve tê dayîn, disa di zagonên heyî yê burjuvayê de daxwazkirina tiştên ku aliyê wan ên pêşverû hene û ji bana jî deskeftî bidestxistin, bêşik, têkoşîna jinê pêş ve dibe.

Ji çapemaniya dewletê heta dada wê; têkoşîna ku li hember feraseta nêr ya ku ji jiyana civakî sîrayetî têkiliyên duberi-dual bûye, hatiya dayîn, li ser bingeha daxwazên reformi hin mafan da bidest xistin. Ji van mînakan a herî ber biçav, têkoşîna ku li hember dada zilam tê dayîn e. Ev hemû, pêngavên girîng in ku li dijî pergala serdest a zilam tên avêtin. Li diji êrîşên ku TC li ser gerilla dide meşandin, çalakiyên mertalên zin dî ku dayîkan daye destpêkirin, xweparastin e. Li kolanan, li dibistanan, di otobusan de jina ku zilamê tecawizkar û destdirejîkar ceza dike û van cezakirinên ku ji aliyê komên jinan ve cihê cuda cuda tên kirin,pratikên xweparastinê ne.

Pratîka jinê ya ku li bajarên Behra Reş, li hemberî tunekirina daristanan û çêkirina Hes û bendavan disekene, pratîka Nevîn Yıldırım a ku destdirejkarê xwe dikuje û sere wî davêje meydana nav gund, xweparastin bi xwe ye. Ew pêinûmaya zagonî ya ku dixwest li Tirkiyeyê  jinê bi tecawizkarê xwe re bide zewicandin, disa bi saya berxwedaniya jinê paş ve hat kişandin. Leşkerên faşist ên TCê hewl dan ku bi awayeketazi cenazeya gerillaya jin EKİN WAN teşhir bikin. Li hember vê bersiva herî xweş, jinên ku bi şîara ’’ Tazîtiya me rûmeta me ye “, xwedi li Ekîn Wan’e derketin, dan.

 Bi milyonan jinên ku li hember neyarê jinê Trump ku bû serokê ABD yê sekinî, jinên Îrlandayî ku li hember qedexeya kurtajê dest bi grevê kirin, ji bo ji holê rakirina pêkûtî û pêkanînên faşistên paşverû ne.

Xweparastin xwe bi we rêxistînbûyînkirin e. Li gelek welatên cîhanê, jin,yekîneyên xwe-parastinê ava dikin û hem xwedi li xwe derdikevin hem ji xwedi li qadên xwe yên jiyanê derdikevin. Bi navê ”Çeteya Gulabî” ya ku li Hîndîstanê hatiye damezrandin, bi darên bambûyê zilamên ku tûndî û şîdetê li jinê dikin, didin ber darê lêxistinê. Çeteye Gulabî ya ku bi 10 (deh) kesan destpêkir, îro xwedi 270.000 endam e. Çeteye Gulabî ya ku ligel sûcên li dijî jinê, li hember pirsigirêkên wek avê qutbûna cereyanê, karên ne lirê jî têdikoşe, bi şev li kolanan digere. Dîsa tûgayên sor ên ku li Hîndîstanê damezrîne, Xwîşkên Şerker, Xwîşkên Çekdarî, yekîniyên xweparastinê-xwîşkên misilman ên ku li Emerîkayê hatine damezrandin, Li Spanyayê Kolektifa Kewaşeyên Din (Sûtar) ûn Çekdar, li Kurdistana Tirkiyeyê YPS-JİN, li Rojava YPJ, li Şengalê YJŞ, ev hemû hêza jinê nîşan didin.

Jin, bi van yekîneyên ku ji bo, xweparastinê damezrandine, berxwedana dîroka xwe dinivîsin.

Li hember pirsgîrêkên hevpar, bi aql û fikreke hevpar tevgerîn, xeta xebatê honandin û polîtîka meşandin, ji bo jin karibe bi pirsgirêkên hevpar ên ku bi hem-zayenda xwe re (bi hev re) dijî bihese û yekîtıya zayenda bindest peş bixe, giring e.

Bi kin û kurmancî, qaden jinê wek qadên ku li hember pederşahiyê têkoşîn lê tê honandin û rêxistinkirin, girîng e. Ev, xwedi bandoreke wisa ye ku jin li ser zayende xwe îrade, hişmendi û hêza xwe derdixe holê. Jiyana jinê di her kêliya xwe de polîtîk e. Yekîtiya jinê, dikare vê polîtîkbûyînê veguherîne qada şerekî ku asta hêz û bandora wê bilindtir û berztir e. Di şer de, di afirandina politîkayê de, di her qadên jiyanê de kirdebûna jinê, bêguman, riya ku ber bi wekheviya azad ve diçe, dihunîne Di şer û çalakiyan de, di polîtîkayê de, di jiyanê de bandora kirdebûna jinê di demên nêzîk de bi Şoreşa Rojava hat dîtin û em ji dibînın û şahidi jê re dikin.

Têkoşîna qadên jinê ku armanc dike,hemû qaîde û pîvanên ji hêla pergala zilamê serdest ve hatiye  danîn, hilweşîne  û ji bo destxistina vê ji , têkoşîna jî malbatê heta rêxistinê, ji têkiliyên  civakî heta her qadên jiyanê , bêguman dê demdirej  bajo.Guhertina  jinê, bi qasî guhertina wêjî, her qada ku tê  de ye ji vê guhertinê pardar bike, bandar lê bike gengaz e. Li beranberî hêza zilam a ku  winda dike, heyina jiyaneke ku jin kar e bidest bixe, sedama bingehîn a vê yekê ye.

Wek encam,ji destkeftiyên mafên jiyanan,heta şerê wê yê ku pederşahîtiyê ji binî ve dihêjîne, rol û rista gadên jinan pir girîng e.

Ji bo ku azadiya zayenda jinê û zayendên bindest gengaz bibe. Polîtikayên ku ji aliyê partiyan ve derheqê jihevxistin û şihitandina pergala zilamê serdest de tên afirandin, bêguman bêyî rêxistinbûyîna jiyan nabe. Ji bo afirandina qaden jinê, komisyon, komîte  û rêxistinên  taybet, xweser, serbixwe cihekî giring digirin. Hejmara  diyarkirî (kota) , cûdaxwazîya pozitîf ango mafê  êrênî, rêgeza ”di êrîşên cinsî da beyan û gotina jinê esas e, berpirsiyariya ispatkirinê ji aîdê zilam e. “ û pêngavên wek vê, rê li ber vedike ku jin û LGBTÎ’yên ku bi hezar salan ji hêla pederşahitiye ve ketine bin tundiyê, xwe bi rêcisti bikin, tevlî têkoşînê bibin û di têkoşînê de ji pederşahitiye bikin hedefa xwe.

Ev peywira dîrokî ya ku dikeve ser milê me komûnist û têkoşeran; divê yek bi yek bertek û çalakiyan em veguherînîn hêza rêxistinî. Hêza ku me ji vê bidestxistiye, divê em karibin dîsa vegerînin pratikeke encamgirtî. Divê em karibin, nîşan bidin ku di nav pergala zilamê serdest de jin be bi tena serê xweye. Divê em karibin di her qadê de xwe bi rêxisti bikin, bi hev re yekînıyên xwe-parastinê û rêxistinbûyînên cewherî ava bikin. Ji biçûkan heta mezinan, ji kolanan heta taxan divê em bikevin nav qadên jiyana jinê û perwerdeyên ku jin karibe xwe nas bike, xwe bike kirde bidin; xebatên wek çan û huner, qadên xebata hevpar ku aîdê jinê ne,biafirînin.

Xweparastin, li dijî hemû pergalên ku dixwazin me biecigînın û ji holê rakin, hêza gotina ku dikare bêje ”EZ JÎ HE-ME”. Ji bo vê yekê, divê em jî de her qadên jiyan û têkoşînê de karibin bêjin ” EM JÎ HE-NE.” Di politika û têkoşîna çekdarî de bi reng û nêrîna jinê, divê em hebin, EM HEBİN.

Ligel Têkoşîna  ku ji bo daxwaz û talebên reformî tên dayîn, bi aartêşbûna jinê û rêxistinbûyîna jinê ve qadên jinê yên ku yeke yek hilweşandina pergala zilamê serdest dike hedefa xwe ji bo li ser civakê bondora rola zayenda civakî ji bîneve bişkêne û vê ferasete ji holê rake, cihê pir girîng digire.

Di qada leşkerî de xwe cûda rexîstinkirina jinê girîng e. Artêşeke ku ji jinan pêk tê, ne tenê artêşeke ku bi armancîn leşkerî hatiye damezrandin e, ligel vê, leşkerbûna jinê, li hember serdestiya zilam serîrakirinek e, raperînek e, ew rolên kevneşop ku dispêrin û arestêyi jinê dikin, xerakirin û neqalbûlkirina wê, ji holê rakirina wê bi xwe ye. Yek ji armancên artêşbûna jinê ji ev e. Dîsa artêşbûna e jinê hamleya azadîbûn û azadîkirinê ye.

Bersiva herî xweş a li dıjî feraset û nêrîna hêz-zilamê ku jinê bêparastin, beçalak-pasîf û weke ku nikare şer bike dibîne, li Kobanê ji aliyê jinên ku li hember çeteyên DAÎŞê şerkirine ve hatiye dayîn. Di vê têkoşîna ku li hemberî DAÎŞê hêj didome de şerkerên jin ên YPJ,BÖG,MLKP û TİKKO, li eniyan bi hev re şer dikin û tovên têkoşîna jine ya hevgirtî li ser xaka Rojava direşînin.

Ji ber ku pederşahitî xeter e, û diyardeyeke xwe dizilîne nav hemû pêkhatiyên çînên civakî û xwe tê de vedişêre, divê hedef bê girtin, pêşkêşî ji têkoşîneke ku wê ji holê ra bike re bê kirin. Ev, ji bo rast femkirin û dahurandina pederşahîtiyê girîng e, dîsa di têkoşîna li dijî wê de, divêti bi kirdebûna jinê, bi jinbûyînê heye.

Weke encam; dema jin mil bidin hev, mil bi mil rêz bibin, tu kes nikare di nav wan re derbas bibe. Li hemberî hêza jina rêxistinkirî ya ku xwe bi hişmendayi polîtik xurt kiriye, tu hêz nikare ber-xwe bide, pederşahî û bermahiyên wê jî dê nikaribe xwe li ber vê hêza jinê bigire, dê helîhûrî bibe û bikeve zibildanka dirokê.

Em ê teqez cîvakeke komunîst, bê çîn, bêkedxwarî, ku tê de cudakariya zayendî ji nîn e, însan nirx dide însan û kedê, her kes bi awayeke azad û wekhev dıjî, biafîrin.

 

ŞERKERÊN JİNÊN ROJAVA YÊN TKP/ML TİKKO

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu